Almanya: Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike

daxwaz ji hikûmetê tê kirin hişdarî bide Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Parlaementoya Almanya ser operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê kom bû. Hemî partiyan diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên bi ser Efrînê de hiqûqa navneteweyî binpê dike.

Parlamenterên opozîsyonê, Enqere şermezar kirin û jiber nenîşandana bertekên tund hikûmeta Almanya rexne kirin.

Hevserokê Partiya Çep Katja Kipping di axaftina xwe de êrîşên Artêşa Tirk yên bi ser Efrînê de şermezar kir û bang li hikûmeta Almanya kir ku bi daxuyaniyekê Enqerê rexne bike.

Kipping got: Artêşa Tirk sîvîlan dikuje lê Angela Merkel ya Serokwezîr xwe ker dike.

Kipping da zanîn ku hikûmeta Almanya divê bêdeng nemine û hemî hevkariyên leşkeri yên bi Tirkiyê re rawestîne.

Hin parlamenterên Partîya Çep bo piştgirîya Kurdan, li stûyê xwe pûşiyên kesk û sor û zer gerandin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.