Heta Iraqê Kerkûk dagîr nekir Brîtanya pê re rêkeftina petrolê îmze nekir

destê Brîtanya di bûyerên Kerkûkê de hebûye
کوردستان TV
100%

Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokratîk ya Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje, piştî ku Kerkûk ji aliyê Iraqê ve hat dagîrkirin Brîtanya bi Bexdayê re rêkeftinek li ser petrola Kerkûkê îmze kir.

Sekreterê PSKDê Mihemedê Hacî Mehmûd li ser rûpela xwe ya facebookê behsa wê yekê kiriye ku piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê, Iraqê hewl da hemû Herêma Kurdistanê dagîr bike lê dema li Pirdê, Mexmûr û Mehmûdiyê şikest êdî tirsa pêşde were.

Mihemedê Hacî Mehmûd her wiha gotiye, dema artêşa Iraqê li hember Pêşmerge şikest hîngê Amerîka daxwaza sekinandina şer kir, ew jî ne bo xatirê kurdan lê bo xatirê berjejwendiyên xwe.

Wî siyasetmedarê Başûrî behsa helwesta Brîtanya jî kiriye û gotiye, te digot qey Brîtanya ji Bexdayê re gotiye heta tu Kerkûkê ji kurdan nestînî em bi we re li ser petrola Kerkûkê rêkeftin nakin! Çimkî roja piştî dagîrkirina Kerkûkê, Brîtanya yekser bi Bexdayê re rêkeftinek li ser petrola Kerkûkê îmze kir!

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.