Salih Mislim: Armanca artêşa Tirk tolhildana DIŞIê ye

Mislim armanca Tirkiyeyê eşkere kir
کوردستان TV
100%

Endamê Komîteya Dîplomasîya TEV-DEM’ê Salih Mislim di hevpeyvîneke taybet de ji Dengê Amerîka re ragihand ku Artêşa Tirkiyê bi êrîşên bi ser Efrînê de dixwaze tola Dewleta Îslamî (DIŞI) hilde.

Mislim diyar kir ku plana DIŞIê li Kobanê, Serêkanî û Reqa bi seri nebûne û Tirkîye çekdarên wê yên li wan herêman têkçûne jinûve kom kirine.

Misilim diyar kir ku di êrîşên bi ser Efrînê de, du armancên Artêşa Tirk hene, yek tolhildana DIŞIê ye, yek jî guhertineke demografîya Efrînê ye. Tirkiye dixwaze kesên ji Çeçenîstanê, Turmanîstanê, ku li Îdlibê kom kiribûn, bîne li Efrînê bi cîh bike.’’

Mislim da zanîn ku 12 roj in êrîşên Artêşa Tirk ji erd û esmên didomin. "Wan muşek avêtiye hindurê Efrînê jî û hin ji wan zarok û jin 12 kes di wê êrîşa muşekî de birîndar birîndar bûne."

Mislim bi bîr xist ku hêzên Kurdan dijî DIŞIê ‘’têkoşîneke bêhempa’’ kiriye û ger ew dev ji têkoşîna dijî wê rêxistinê berdin, ewê di 6 mehan de dîsa li herêmê mezin bibe.

Mislim dîyar kir ku di êrîşên Tirkiyê de heta niha bi sedan sîvîl hatine kuştin. Wî bang li civaka navneteweyî kir ku dijî hikûmeta Tirk bertekan nîşan bidin û rê li ber êrîşên wê bigirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.