Artêşa Sûriyê li Idlibê li dijî çekdarên El Nusra û çekdarên nêzîkî Tirkiyê dest bi operasyonek mezin kir. Herî kêm 6 bajarok hatin rizgarkirin.
Duhî artêşa Sûriyê bi alîkariya milîsên îranî û Hizbullaha Lubnanê li başûrê parêzgeha Idlibê dest bi operasyonek mezin kir.
Li gorî agahiyên ajansa fermî ya Sûriyê, di wê operasyonê de gelek gund û 6 bajarok hatin rizgarkirin û gelek çekdar jî hatin kuştin.
Artêşa Sûriyê di demekî de li Idlibê dest bi operasyonê dike ku çend roj berê konvoyeka artêşa Tirkiyê li wê deverê rastî êrişa asmanî ya Sûriyê hatibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin