Hewlêr û Bexda çar rêkeftin îmze kirine

Yek ji wan rêkeftinan bo vekirina balefirgehên Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Yek ji wan rêkeftinan bo vekirina balefirgehên Kurdistanê ye.

Di vê derbarê de wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê Kerîm Şengalî diyar kir ku di çarçoveya danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên bo çareser kirina kêşeyên heyî, her du alî gavên baş avêtine û gehêştine rêkeftinê.

Kerîm Şengalî herwiha diyar kir ku  heta niha di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de çar rêkeftinên curbicur hatine îmzekirin û ew rêkeftinên han niha li ber destê Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dene.

Şengalî herwiha anî ziman ku yek ji wan rêkeftinan bo vekirina balefirgehên Kurdistanê ye.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.