Li Agiriyê li ser Efrînê 27 kes hatin desteserkirin

zextên dewleta Tirkiyeyê li ser Kurdan dom dikin
کوردستان TV
100%

Li Bakurê Kurdistanê bajarê Agiriyê 27 welatiyên ku operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê protesto kirine, hatin desteserkirin.

Parêzgariya Agiriyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navenda Agirî û navçeyên wê operasyonên hevdem hatin kirin û 27 kes hatin desteserkirin.

Di daxuyaniya Parêzgariya Agiriyê de hatiye diyarkirin, "li dijî kesên ku salên derbasbûyî li Agirî û navçeyên wê beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê, meş û cenazeyên gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûne operasyon hatin kirin".

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, 27 kesên ku hatine desteserkirin di van demên dawî de operasyona "Çiqlê Zeytûnê" ku Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê li welatê Sûriyê herêma Efrînê daye destpêkirin, li ser medyaya civakî protesto kirine û wêne û peyamên ku pesnê PKKê didin parve kirine.

Parêzgariya Agiriyê diyar kiriye ku li navenda wî bajarî û navçeyên wê yên Bazîd, Diyadîn, Patnos  û Avkevir operasyonên hevdem hatine kirin û 27 kes di encama operasyonan de hatine desteserkirin. 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.