Kurd boykota civîna parlementoya Îraqê kir

jiber projeya bûdceyê boykot kirin
کوردستان TV
100%

Firakisyonên Kurdistanî civîna parlementoya Îraqê boykot kirin.

Îro li Bexdayê parlementoya Îraqê bi amadebûna Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bi mebesta giftûgo kirin li ser proje bûdceya 2018an ya Îraqê civiya.

Lê jiber ku di nava projeya bûdceyê de guhertin nehatine kirin û daxwazên Kurd nehatine cîhbicîhkirin, firakisyonên Kurdistanî boykota civîna parlementoya Îraqê kirin.

Ji aliyeke din ve jî parlementerê firakisyona PDKê yê li Parlementoya Îraqê Rênas Cano diyar kir ku vê firakisyonên Kurdistanî şerêyetê nedin hatina Ebadî bo parlementoyê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.