Macron hişdarî da Erdogan

Fransa dibêje nabe ew operasiyon bibe sedema dagîrkeriyê
کوردستان TV
100%

Fransa dibêje nabe operasiyona Efrînê bi mebesta dagîrkeriyê be.

Serokê Fransa Emmanuel Macron hişyariyê dide Tirkiyê da ku, êrîşên ser şervanên Kurd li Bakurê Sûriyê neke behanek bo dagîrkirina wî welatî, Macron, ji Enqerê dixwaze derbarê liv û tevgera heyî hevkarîyê ligel hevpeymanan bike.

Macron di hevpeyvîna roja Çarşemê ya rojnama Fransî Le Figaro de encam dayî dibêje "eger ku, eşkere bibe ev tevgera leşkerî ya Tirkiyê ne tenê li dijî metirsiya terorê ya liser sino heye veguhêze bo êrîşên dagîrkirinê ev dê jibo me weke pirsgirêkek cidî be".

Macron dîsan dibêje, ewê vê meselê car din bi serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re behis bike, dîsan da zanîn ku, êrîşên Tirkiyê pêwîstî heye ku, Ewrûpî bi şêweke berfirehtir derbarê wê biaxivin, dîsan hevpeyman danûstendinan derbarê wê encam bidin.

Tirkiyê hefetya derbazbûyî dest bi êrîşên leşkerî yên bejahî û esmanî kir bû, li Bakurê Sûriyê Şervanên Kurd yên YPG'ê li herêma Efrîn kirine armanc.

Ev êrîşên Tirkiyê bo sedema destpêkirina eniyek şer ya nû, di şerê navxweyê Sûriyê yê 7 salan de, Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê weke dirêj pêdana PKK'ê dibîne, lê Amerîka û Fransa wan biçek dikin û weke hevpymanên xwe yên şerê li dijî DIŞIê dibînin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.