Rojnameya Amerîkî herêma Kurdistanê wek navçeyek geştyarî ya giring li rojhilata navîn pênase dike û bi raporteke rojnamevanî ve behsa herêma Kurdistanê dike.
Di raporta rojnameyê de tê gotin ‘’Herêma Kurdistanê yek ji wan navçeyên rojhilata navîn ê bi av û hewayek pir xweşe û xwedî gelek cîhên dîrokî ye. Herwaha dikare bibe yek ji navçeyên herî giring ê geştyaran li cîhan û navçeyê.’’
Raportê de herwaha tê gotin: ‘’Salên borî gelek şîrketên geştyariyê li Amerîka û welatên rojava geştyarên xwe anîne herêma Kurdistanê, ku li gel xweza û dîroka herêma Kurdistanê hev nasînekê ava bike.’’
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin