Ebadî: Peywendiyên me û Kurdistanê niha di asteke baş dene

Ebadî dibêje em nêzî lihev kirinê ne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser peywendiyên navbera Bexda û Hewlêrê diyar kir ku ew peywendî niha di asteke baş de ne û got, em pabendî xerckirina mûçeyan ya ji bo karmendên Kurdistanê ne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ku dispêre televîzyona El Erebiye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku ew bi ti awayî dijayetiya Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê nakin û got, "Em niha di warê peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê de gihîştine asteke baş."

Ebadî li ser dayîna mûçeyên karmendan ên li Herêma Kurdistanê jî derbirî ku ew ji bo vê yekê amade ne û girêdayî vê yekê ne. Serokwezîrê Iraqê derbarê mijarê de got, "Divê li ser bingeheke dirust û zanyarî be. Ji bo vê yekê lîjneyeke çavdêriyê hatiye avakirin.

Heyder Ebadî bal kişand ser ku ev cara yekem e ku hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê bi hevdu re li dijî dijminekî hevbeş şer kiriye û got, "Nabe ku em li dijî Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bin."

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.