Leşkerekî Amerîkî bi eşkere bersifa Tirkiyeyê da.
Leşkerê amerîkî Ralph Peters di axaftina xwe de li dijî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê derket û ragihand ku bila endamtiya Tirkiye ya NATOyê were cemidandin.
Leşkerê amerîkî Ralph Peters di televîzyona Fox Businessê ku wek medyayeke nêzî Serokê Amerîkayê Donald Trump tê zanîn de têkiliyên Washîngton û Enqere û polîtîkaya Amerîka ya Sûriyeyê nirxand.
Ralph Peters di axaftina xwe de rexne li operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê kir û ragihand ku PYD hevalbendekî baş ê Amerîkayê ye.
Peters di berdewamiya axaftina xwe de li ser pirsa ‘çima Tirkiye ji NATOyê nayê derxistin' got: "Sedî sed tevlî vê dibim. Divê destpêkê endamtiya Tirkiye ya NATOyê were cemidandin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin