Siyasetmedarê kurd û endamê berê yê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman êrişa artêşa Tirkiyeyê ya li hemberî herêma Efrînê û helwesta kurdan a li dijî êrişê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.
Li gor siyasetmedarê kurd û endamê berê yê Parlementoya Iraqê ku di heman demê de parlamenteriya Kurdistanê jî kir Dr. Mehmûd Osman Tirkiye hem li Iraqê û Îran û hem jî li Sûriyeyê li dijî berjewendiyên gelê kurd e.
Siyasetmedarê kurd Dr. Mehmûd Osman di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Tirkiye li bakur, başûr, rojava û li her derê li dijî millete kurd e. Li hemberî kurdan hikûmeta nîjadperest û şovenîst e. Ne li nava Tirkiyeyê û ne jî li derve tehemûlî kurdîniyê nake. Dibêje kurd metirsiyê li ser ewlehiya me çêdike, lê di rastiyê de kurd daxwaza aştî û diyalogê dike. Tirkiye bi behaneya metirsiyê êrişî kurdan dike, lê em hemû dizanin ku kurd li ser ewlehiya Tirkiyeyê ti metirsiyê çênakin."
Dr. Mehmûd Osman di berdewamiya axaftina xwe de got: "Artêşa Tirkiyeyê êrişî kurdan dike, lê tiştê xerîb ku Amerîka, Rûsya û komelgehên navneteweyî bêdeng in."
Mehmûd Osman di axaftina xwe de ji bo pirsa ‘gelo têkiliya êrişa Kerkûk û Efrînê bi hev re heye an na?' got: "Mirov nikare bêje têkiliyeke zêde ya Kerkûk û Efrînê bi hev re heye. Lewma Tirkiye digot Kerkûk bajarekî tirkmen e û lewma tevlî êrişa ser bajêr bû. Lê meseleya Efrînê hinekî cuda ye. Tirkiye li hidûdê rojava li ser sînorê xwe naxwaze cîrantiyê bi kurdan re bike. Dixwaze mesafeyek di navbera wan û kurdan de hebe û sînor bi temamî di destê wan de be."
Osman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di vê operasyonê de ne Amerîka û ne jî Rûsya nebûne asteng û mimkine di encama lihevkirinekê de ev operasyon pêk hatibe. Tirkiye ji helwesta herdu welatan sûd wergirt. Eger ev herdu dewlet li dijî operasyonê derketina artêşa Tirkiyeyê nedikarî operasyona wiha bide destpêkirin."
Siyasetmedarê kurd di dawiya axaftina xwe de ji bo helwesta kurdan a li hemberî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê got: "Di serî de divê pêşî kurd yek û hevgirtî bin li hemberî vê operasyona leşkerî. Di heman demê de divê li derveyê welat li pêşiya avahî û komelgehên navneteweyî çalakiyan li dar bixin û piştgiriya kêşeyî kurd bikin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin