Balafirên Tirk çend gundên Sengeserê bombebaran kirin

topbaran di nîva şevê de pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Qeymeqamê navçeya Ranyeyê ragihand ku şeva borî çend gundên bi ser nahiyeya Sengeserê ve ji aliye balafirên artêşa tirk ve hatine bombebarankirin.

Qeymeqamê Ranyeyê Hîwa Qadir ragihand ku şeva borî di saet 02.00yan de balafirên şer ên artêşa tirk çend gundên li nêzikî nahiyeya Sengeserê yên bi ser navçeya Ranyeyê bombebaran kir.

Qadir destnîşan kir ku ya baş ew e ku di encama bombebaranan de ti zirarên canî nebûne û got, "Tenê ziranên madî pêk hatine û herwisa elektrîka wan gundan qut bûye û rastî tirs û dilgiraniyê bûne."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.