Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe bertek nîşanî ASAyê da û got: "Ez acizim ku navê ASAyê bi TSKê re tê gotin. TSK wek artêşeke alîgir tê nişandan."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Cîgirê Serok Bulent Tezcan, Lale Karabiyik û Wekîlê Seroka Grûba CHPê Ozgur Ozel li Enqereyê bi nûnerên rojname û televîzyonan re hevdîtinek pêk anî.
Li gor nûçeya nûnerê rojnameya Sozcu yê Enqereyê Saygi Ozturk, Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya operasyona dijî Efrînê de got: "Divê ti kes serkeftina artêşa Tirkiyeyê (TSK) wek serkeftina xwe nîşan nede. Artêş artêşa gel e ne ya ti kes û partiyan e. Di her rewşê de baweriya me bi artêşê heye."
Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dixwazin serkeftina artêşa me ku em wek ocaxa pêxember dizanin dewrî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bikin. Çima artêşa me xwe li pişt ASAyê vedişêre? Em ji vê aciz in. Gotina herduyan bi hev re jî min aciz dike. Eger hûn operasyonê bikin divê bi yekîneyên xwe bikin. TSKê wek alîgirê ASA tê nişandan."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin