Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku hêzên wan li herêma Erînê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov(NHB) ya Artêşa Tirkiyeyê xistiye.
HSD bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Bilbilê ya herêma Efrînê, NHByeke Artêşa Tirkiyeyê hatiye xistin.
Herwiha Navenda Ragihandinê ya HSDê ragihand ku balafireke keşfê ya bê pîlot (Drone) li navçeya Bilbilê xistiye.
Artêşa Tirkiyeyê 20ê vê mehê operasyonek li dijî herêma Efrînê dabû destpêkirin û operasyon heta niha berdewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin