Şanderê taybet yê serokê Rûsya ji bo Sûrya û serokê şanda Rûsî di kongirê Diyaloga Niştimanî Sûrî de li Sochi Alexander Lavrentiev ragihand, ku "Hin kesatiyên Kurd bi awayekî kesatî ji bo kongirê Sochi hatine vexwendin".
Lavrentiev ji rojnamevanan re got: "Hemû pêkhateyên civaka Sûrî yên ku giringiyê didin pêşeroja wî welatî, beşdarî kongir dibin, di nav de jî wê hin kesatiyên Kurd wek (kesatî) nek weke girûp wê beşdar bibin".
Daxuyaniyên şanderê serokê Rûsya di demekê de ne, ku îro kongirê Diyaloga Niştimanî li bajarê Sochi yê Rûsya despê kiriye lê Hevpeymana Opozisyona Sûryê ku Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûrya beşekî wê ye û piştî ku ji aliyê Rûsya ve hat vexwendin, red kir ku beşdar bibe û li Aliyê din jî, TEVDEM û rêveberiya xweser jî biryar dan ku ew beşdar nebin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin