Artêşa Tirkiyê li Efrînê perestgeheke dîrokî rûxand

artêşa Tirkiyeyê li Efrînê deverên dîrokî dike armanc
کوردستان TV
100%

Artêşa Tirkiyê ya ku êrîşî Efrînê dikin, perestgeha dîrokî ya li gundê Eyn Dara bi balafiran rûxand. Buyer ji aliyê Mala Raçaviya Mafên Mirovî li Sûriyê û hikûmeta Sûriyê ve jî hat piştrast kirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ev êrîşên li ser cihên dîrokî werin sekinandin.

Gundê Eyn Dara yê dîrokî, perestgeheke ku temenê wê nêzî 2 hezar salane dihewîne û perestgeh ji kevirên reş yên bazalt hatiye çêkirin. Di perestgeha ku li ser dîwarên wê, rolyef û bermahiyên kevn hene, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate bombebaran kirin û zirareke mezin dît.

Mala Raçaviya Mafên Mirovî li Sûriyê jî ragihand ku perestgehê di encama bombebaranê de zirareke mezin dîtiye.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.