Amerîka dorpêça ser Rûsyayê firehtir kir

nakokiyên navbera Amerîka û Rûsyeyê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Rêvebiriya Amerîkayê bi îhtîmala ku dê Rusya Kırımê îlhaq bike, di derheqqê 21 kes û 9 rêxistin û sazî de biryara dorpêça ser wan da û wan xiste nava lîstê.

Ji wezareta Xezînê ji ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Biyanî (OFAC) hat ragihandin ku bo Rûsyaye, li ser Ûkraynayê xebatên ku aramî û îstîqrarê xerab dikin kiriye, dorpêçên nû bo wê hatine danîn. OFAC got ku ew serxwebûn û yekîtiya axa Ûkraynayê destek dikin.

Di nava lîsteyê de ji rêvebirên Rûsyayê du navên li asta jor de hene. Li gor lîstê ji wezareta Enerjiyê ya Rûsyayê  cîgirê wezîr Andret Cherezov û serokê beşa Kontrol û Operasyonan Evgeniy Grabchak jî hene. Ev her dû kes li ser kaxez ji şîrketa Almanya ya Siemensê û ji ya Rûsyayê ji  PJSC Power Machinesê turîbîna xazê dikirin û weka ku diçe Rûsya nîşan didin. Lê ev şexs turîbînan dişînin Kırımê û lewra navên wan xistiye nava lîstê.

Ji ber ku Siemens got ew nizanibû ku dê turîbîn herin Kırımê, bo wê ti kiryareka dorpêçî nehat kirin. Di nava şîrketên ku di lîstê de ne, yek ji wan Evro Polîs e ku bo sehayên petrolê yên Sûriyê xizmetê dike û sehayan diparêze. Ji ber ku ev şîrket di bin kontrola  Yevgeniy Prigozhin de ye, dê biryara dorpêçê li serê bê danîn.

11 kesên din yên dorpêçê, ji “Komara Gel ya Luhansk” û “Komara Gel ya Donetsk” ê ne ku ji rêvebirê wan in. Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin, di mijara dorpeçan de ragihand ku dê dorpêç heya Rûsya temamê xalên Peyman a Minskê bicîh bîne û îşxala xwe ya ser nîvgirava Kırkımê rake, dê ev dorpêç dewam bike.

Amerîka ew kes û saziyên ku dorpêçê datîne ser wan, malê wan li Amerîkayê çi hebe dicmidîne û qedexe dike ku bazirganiyê bi hemwelatiyên Amerîka re bikin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.