Li mizgeftên Herêma Kurdistanê bo Efrîne dia hatin kirin

li Başûrê Kurdistanê dia bo Efrînê tê kirin
کوردستان TV
100%

Îro ji Zaxo heta Helebçeyê li mizgeftên Herêma Kurdistane mamosteyên olî ji bo Efrîn dia kirin û piştgiriya xwe bo gelê Efrînê anîne ziman.

Îro, roja înê berî xudbê mamosteyên olî li mizgeftan ji bo gelê Efrînê dia kirin û piştgiriya xwe gelê Efrînê anîne ziman. Dema mela li ser mihrabê dia kirin, cemaeta mizgeftê hestyar bû, bi dengekî bilind tevlî diayan bû.

Hêjayî gotinê ye ku Wezaret Weqfan û Karubarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mamosta û zanayên olî yê li Herêma Kurdistanê xwestibû ku roja înê de di xudbeyên xwe de behsa rewşa Efrînê û êrişên dewleta tirk li dijî gelê kurd bikin û bo wan dia bêne kirim.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.