Di encama êrîşa firokeyên şer li ser navçeya Mabeta, 7 welatiyên sivîl şehînd bûn, termên 3 welatiyan hîna di bin avahiyên rûxandî de mane.
Çalakvanên ji gundê Mabeta raghandin, şeva bûrî firokeyên Tirkiyê navçeya Mabeta bombebaran kir, di encamê de 7 welatiyên ji yek malbatêtê şehîd bûn û ta niha termên 3 welatiyan di bin avahiya rûxandî de ne.
Çalakvanan diyar kirin, ew malbat ji gundê Qerah yê ser bi bajarê Babê ne û berî demekê koçberî navçeya Mabeta kiribûn.
Roja 20ê vê mehê Tirkiyê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê "Şaxa Zeytûnê" bi fermî ragihand. Operasyon ji bilî beşdarbûna tan, topxane, zirîpoş û hêzên esmanî yên wî welatî, bi hezar çekdarên mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê bi rê ve diçe.
Îro jî HSDê di daxuyaniyekê de amarên qurbaniyên heft rojên operasyona li dijî Efrînê belav kiribû, ku ta niha 59 welatî û 43 şervan şehîd bûn û 134 welatiyên din jî birîndar bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin