Çekdarên cîhadî: Em li hemberî YPGê nikarin pêşde biçin

cîhadiyên Tirkiyeyê hêviyên Erdogan bi ba dan
کوردستان TV
100%

Fermandarê çekdarên cîhadî yên ku Tirkiye fermandariya wan dike derbarê êrîşên li dijî Efrînê de ji bo rojnameya Îngilizî ya Timesê axivî û diyar kir ku ji ber şertên xerab ên hewayî em nikarin pêşde biçin û YPG sengerên xwe xurt dikin.

Li gorî nûçeyeke BBC Tirkî ya ku dispêre rojnameya Îngilizî ya bi navê Timesê, Ahmed Osman, fermandarê Lîwaya Siltan Mûrad ya di bin sîwana çekdarên cîhadî de cih digire, diyar kir ku ew amadehiya avakirina eniyeke nû dikin û dixwazin gundên li derdora Til Rifetê bi dest bixin.

Osman got, "Ji ber şertên xerab ên rewşa hewayê şervanên me nikarin tevbigerin. Endamên YPGê çeperên xwe xurt dikin. Nîşangir û çekên wan ên teknolojik hene. Gelek mayin li ber xeta eniya şer bi cih kirine."

Fermandarê cîhadiyan diyar kir ku di nava çend rojan de bi başbûna rewşa hewayê ew dê operasyona li dijî Til Rifetê bidin destpêkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.