Hikûmeta Almanyayê firotina tankên Leopard bo Almanyayê sekinand.
Tirkiye û cîhadîstên girêdayî wê ev nêzî hefteyekê ye bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dike û di van êrişan de Tirkiye tankên Leopard jî ku ji Almanyayê kirîbûn, bikar tîne û vê yekê di nav raya giştî ya Almanyayê de nerazîbûnek çêkiriye û bang dihatin kirin ku firotina wan tankan bo Tirkiyeyê were rawestandin.
Kovara Der Spiegelê ragihand ku piştî van geşedanan, Hikûmeta Almanyayê modarnîzasyona tankên LLeopard sekinandiye û berdevkê hikûmeta ALmanyayê jî ev yek piştrast kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin