Bi sedema destekkirina Kore ya Bakûr bo xebatên wan yên nukleerî Amerîka dorpêçe danî ser 16 kesan, 9 rêxistin an sazî û 9 heb keştiyan.
Ragihandin ji aliyê ofîsa Wezareta Xezînê ya Kontrola Dewlemendiyên Biyanî (OFAC) ve hat kirin. Lîste ya dorpêçkirinê hat firehkirin. Bi nav weke kes yên ku dorpêç danîne ser wan ew in ku alîkariya sîlihên nukleerî ya Koreyê dikin ku 10 ji wan yên Ryonbong General Corporationê ne ku li Çînê, Rûsya û Gurcistanê xebata xwe dikin.
Ew 6 kesên din, yek ji wan rêvebirê hukumeta Pyongyangê ye û 5 ên din ji banka Koreyê Daesong Bank, Kumgang Group Bank û United Development Bank û temsîlkarê wan yên li Çînê ne. Wezareta Endustriyê ya petrolê ya Kore jî di nava lîstê de ye. Di nava saziyan de Beijing Chengxing Trading û Dandong Jinxiang Trading hene ku xebatên xwe li Çînê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin