Nêçîrvan Barzanî û Karen Vilhelmi Karapetyan civiyan.
Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîn û hevdîtinên xwe didomîne.
Îro piştî civîna xwe ya li gel Şahê Urdinê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Ermenistanê Karen Vilhelmi Karapetyan civiya.
Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa deverê, behsa derfetên heyî yên bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê de jî hate kirin û her du alî tekez li ser amadebûna xwe bo bihêztir kirina têkiliyên xwe di her warî de kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin