Serokê Civta Nûnerên Amerîka Paul Ryan di seredana xwe ya yekê de bo herêmê, Çarşemê li paytext Riyad ligel Şahê Erebistana Siûdî Şah Selman civîn pêk anîn û derbarê ewlekariya li herêmê giftûgo kirin.
Li gor daxûyaniya ofîsa Paul Ryan, danûstendinên Ryan dê derbarê pirsgirêkên ewlekariya li herêmê û şerê li dij DIŞI'ê û terorîzmê bin, herwiha dojminkariyên Îranê li herêmê dê bên gotûbêj kirin.
Erebistana Siûdî endamê hevpeymaniya navnetewî ya şerê li dij grûba DIŞIê ye li Îraq û Sûriyê ku, Amerîka pêşengiya wê dike, Amerîka hevkariya Îstîxbaratî jî bi Erebistana Siûdî re heye li dij grûbên tûndrê ji wana rêxistina al-Qaide.
Têkiliyên Erebistana Siûdî ligel Amerîka aloz bûbûn di serdema desthilatdariya serokê berê Barack Obama de, jiber pêkhatina projeya Navokî bi Îranê re, lê piştî hatina serok Trump têkliyên bi Erebistana Saûdî re xûrt bûne, bi taybet piştî Trump di seredana xwe ya yekê de, çû bû Riyad û ligel berpirsên Saûdiyê peymanên hevkariya leşkerî bi buhayê 100 mîlyar dolaran îmze kir bûn.
Şanda ligel serokê Encûmena Nûneran Paul Ryan pêkhatiye ji 5 endamên Komarî û yekî Demokrat, di nav de endamên komîta leşkerî hene. Di plana seredana Ryan de, Îmaratên Arab yên Yekgirtî AUE'ê jî heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin