Li Amedê partiyên Kurdî êrişên ser Efrînê şermezar kirin

partiyên li Bakûr operasiyona Efrînê mehkûm kirin
کوردستان TV
100%

Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrîşa li ser Efrînê protesto kirin.

Îro roja çaran e, Tirkiyê ligel çekdarên dijbereya Sûriyê dest bi operasyona leşkerî li dijî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kiriye

Harekata Azadî, PAK, PDK-Bakur û PSKê îro li Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên Tirkiyê yên ser Efrînê şermezar kirin.

Di daxuyaniya partiyên Bakurê Kurdistanê de wiha hate gotin: “Şer li hemu deran dibe sedema kareseta mirovî, wêrankarî, aloziya siyasî û jihev ketin û durketina beşên civakî. Bê guman li Efrînê jî dê wisa be.

Tirkiye daxwazên Kurdan ên azadî û demokrasiyê li seranserî Kurdistanê, li ser xwe xeter dihesibîne. Dewleta Tirk bi vê têgihiştina xwe, ligel Îran û Iraq hevkarî çêkir û piştgiriya leşkerê Iraq û Heşdî Şeibî kir, ku Kerkukê dagir bikin. Tirkiyê her bi vê têgihiştinê li dij e ku Kurdan li Sûriye statûyek hebin. Pêşîligirtina ava kirina korîdora Kurd wekî hincet bona operasyona Efrinê nişan dide. Lê belê navçeyên, ku wekî korîdora Kurdî tê bi nav kirin, bi hezaran sal e ya Kurdan e.”

Partiyên navborî amaje bi wê yekê kirin ku li her parçeyên Kurdistanê mafê Kurdan heye welatê xwe birêve bibin û li welatê xwe bi azad bijin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: “Daxwazên azadî û wekhevî yen Kurdan rewa ne û ji bo bicîkirina aramî û azadî li navçeyê Rojhilata Navîn pêwîst e werin cîbecîkirin. Ji ber vê yekê daxwaza statuyek a Kurdên Suriyê ne xeter e li ser Tirkiyê.Diyar e, operasyona leşkeriya Tirkiyê ya Efrînê, xîzmeta çareserkirina pirsên Sûriyê nake, berovajî dibe sedema ku rewş aloztir bibe. Operasyon çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê hê jî dijwartir dike.”

Ev partiyên Bakurê Kurdistanê daxwazê ji Tirkiyê dikin ku zûtirîn dem êrişên ser Efrînê bide rawestandin û herwiha daxawzê ji hemû Kurd û Tirkên aştîxwaz jî dikin ku dengê xwe li hemberî operasyonan bilind bikin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bî rû raya cihanê, Neteweyên Yekbûyî, Yêkîtiya Ewropa, NATO û Rêxistina Hevkariya Îslamî ji bo sekinandina vî şerî û çareserkirina pirsan bi awayekê aştî, divê dest bi kar bikin. Divê pirsgirêk, bi rêya diyalog û têgihiştina hevdu û aştiyê bên çareserkirin.

Operasyonên leşkerî yên derwayê sinoran, pirsa Kurd li Tirkiyê çareser nake. Çareserkirin di nava Tirkiyê de ye. Pirsa Kurd bi diyalog û gftûgo, bi nasandina mafên netewî yên gelê Kurd, tê çareserkirin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.