Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku di roja çaran a operasyona li dijî Efrînê de leşkerekî din hatiye kuştin.
Di operasyona ku Artêşa Tirkiyeyê li gel endamên Artêşa Sûriyeya Azad pêk tînin de, leşkerekî din hat kuştin.
Çavuşoglu ji hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku serpelekî bi navê Oguz Kaan hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku duh jî medyaya Tirkiyeyê ragihandibû ku leşkerekî tirk hatiye kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin