Rayedarên amerîkî ku Reutersê pirsa operasyona Efrînê ji wan kir diyar kirin ku, ji bo wan pirsiyara girîng Minbic e, lewra leşkerên Amerîkayê li wê derê ne.
Di demeke operasyona Tirkiyê ya ji bo Efrînê dê çi karigeriyan li ser têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê bikin tê nîqaş kirin de, rayedarekî amerîkî diyar kir ku pirsiyara girîng derbarê Minbicê de ku dikeve rojhilatê Efrînê. Rayedarê payebilind ku navê xwe nedaye û ji Reutersê re axiviye destnîşan kiriye ku berovajî Efrînê leşkerên wan li Minbicê ne.
Rayedar weha gotiye: "Minbic ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hate rizgarkirin û heeke Tirkiye hewl bide bi wî alî de biçe, dê bi çavekî din li vê yekê were nêrîn. Tirkiye qala vê yekê kir lê îşaretek tuneye ku ber bi rojhilta ve tên ku hêzên me lê ne. Di asat niha de li Efrînê têkoşîneke pir zehmet heye û rewşeke gelekî cuda ji hatina wan a ber bi rojhilat ve heye."
Reutersê balkêşandiye ser wê yekê ku leşkerên Amerîkayê yên li Minbicê di meha Adara 2017an de ji ber ku şerekî di navbera HSDê û leşkerên Tirkiyê de asteng bike li wir bi cih bûne. Rayedarekî din jî yê ku ji Reutersê re axivî weha gotiye: "Ev dibe sedema metirsiyekê. Parastina leşkerên me ji bo me armanca yekemîn e."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin