Ji ber êrîşên Tirkiyê ji malbatekê 8 kes bûn qurbanî

8 sivîlên din li Efrînê bûne qurbanî
کوردستان TV
100%

Li gundekî Efrînê ji ber êrêşên esmanî yên Tirkiyê, 8 endamên malbateke koçber a Ereb canê xwe ji dest dan. Medya nêzîkî PYDê jî nasnameya endamên malbatê belav kir.

Li gor medya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), malbateke 8 kesî ku 7 ji wan zarok in, di encama êrîşên esmanî yên Tirkiyê de cane xwe ji dest dan.

Ew malbata 8 kesî Ereb e û berî 4 mehan ji ber şerê Idlib koçber bûne û li gundê Cilbirê yê ser bi Efrînê bicîh bûne. Roja Yekşemê (21.01.2018) ji ber êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo ser gundê wan canê xwe ji dest dane.

Piştî bombardimana firokeyên şer ên Tirkiyê, tîmên ser bi Heyva Sor ligel hejmarek xwebexş gehiştine cihê bûyerê û termê 6 kesan ji bin xaniyê rûxandî derxistine, lê heta niha dû termên din nehatine dîtin.

Herwiha 5 kesên din jî ku ji ber bombardimanê birîndar bûbûn, ji bin xaniyê ketî û rûxiyayî hatine derxistin û bo nexweşxaneya nav bajêr a Efrînê hatine veguhestin.

Navê û temenê endamên malbata Ereb ku di êrîşa balafirên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane:

    Waîl Husên (1) sal

    Selma Husên (6) sal

    Mûsab Husên (6) sal

    Fethulla Husûn (8) sal

    Hedîl Husên (10) sal

    Rafiî Husûn (33) sal

    Nav û temenê wan herdû zarokên ku tê pêşbînî kirin di bombardimanê de canê xwe ji dest dabin:

    Ehmed Husên (17) sal

    Semek Husên (16) sal

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.