Wezîrê Derve yê Tirkiyê gehêşte Bexdayê

vê li gel rayedarên îraqê behsa çend mijaran bike
کوردستان TV
100%

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gihîşt paytexta Iraqê bajarê Bexdayê.

Misteşarê Wezareta Derve yê Iraqê Nîzar Hayrulah li Firokaxaneya Navneteweyî ya Bexdayê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kir.

Di pêşwaziyê de Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatîh Yildiz û karmendên din ê balyozxaneyê jî amade bûn.

Biryar e Mevlut Çavuşoglu li Bexdayê dê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê  Îbrahîm el-Ceferî, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî, Serokê Parlamentoyê Selîm el-Cubûrî û endamên Lijneya Hevkêşe ya Tirkmenan bicive.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li Enqere berî 10 rojan ragihandibû, yek ji wan pirsên ku dê di serdana xwe de gotûbêj bike, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û daxwaz jî kir herdu alî, li gor destûrê pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.