Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, gef li HDPê xwarin ku operasyona li ser Efrînê wekî hewldana dagirkerî bi nav kiriye û bang li gel kiriye ku li hember operasyonê derkeve kolanan. Erdogan diyar kir ku: "Qet ha, kesên têkevin xeletiyê û derkevin meydanan dê pir giran berdêla wê bidin, ez vê jî wisa dibêjim."
Erdogan li Bursayê di kongreya şaxê jinan ya partiya xwe de axivî û weha got: Qet ha, kesên têkevin xeletiyê û derkevin meydanan dê pir giran berdêla wê bidin, ez vê jî wisa dibêjim. Lewra ev têkoşîneke milî ye. Di vê têkoşîna milî de kî derkeve pêşberî me, em ê wan biçewisînin, bila bê zanîn. Tavîz tune ne, em qet nerm tevnager in."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin