Şer û pevçûnên navbera hêzên rejîmê û çekdarên opozîsyonê didome.
Tilvizyona dewleta Sûrî dibêje hêzên hikûmetê gihîştin derdora bingeha Esmanî ya di bin destê çekdarên opozisyonê de li bakurê rojavayê Sûriyeyê.
Êrîşên hêzên rejîmê yên bo kontrol kirina vê balefirgehê ya li Idlibê didomin.
Hêzên alîgirên hikûmetê demekê berê vê mehê gihîştibûn bingehê lê berî 10 rojan jê vekişiyan da ku êrîşeka serihildêran û çekdarên girêdayê el-Qaîde vegerînin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye dibêje hêzên hikûmetê bingeha Ebû Zihûr ji sê aliyan ve dorpêç kiriye.
Tê zanîn, serhildêran di sala 2015an de bingeha Ebû Zihûr xistin bin destê xwe, lê nikarin wê bikar bînin ji ber ku wan hêzên esmanî nînin
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin