Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku Hêzên Çekdarî yê Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê helwdane têkevin bajarê Erfrînê yê Rojavayê Kurdistanê, lê piştî pevçûnên dijwar ew hewla wan hatiye şikandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand, ku artêşa Tirkiyê derbasî nav herêma Efrînê bûye.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim îro li li Koşka Vahdettînê ya Serokwezîriyê bi nûnerên dezgehên medyayê re hat ba hev û û rojeva sereke ya civînê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" bû.
Binalî Yildirim got, dê operasyona Efrînê di 4 qonaxan re derbas bibe û niha artêşa wan derbasî nav herêma Efrînê bûye û ewê bi kurahiya 30 kîlometran navçeyekê ava bikin.
Lê Yekîneyên Parstina Gel YPGê red dikin, ku artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê bûne..
Herweha nûçegihanê Rûdawê ragihand, ku bi dehan tank û zirxiyên Tirkiyê li ser sînorê Efrînê hatine komkirin û artêşa Tirkiyê bi berfirehî Efrînê topbaran dike.
Ji aliyekî din ve Reutersê li ser zare yek ji berdevekê YPGê ragihand ku ew nûçeya ku dibêje, artêşa Tirkiyê derbasî Efrînê bûye, rast nîne û bersivên YPGê yên li hemberî êrîşan jî berdewam in.
Ajansa Nûçeyan a Dogan ragihand îro bi dema Tirkiyê seat 11.05ê hêzên artêşa Tirkiyê ji Kilîsê derbasî herêma Efrînê bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin