Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamil Erkut Gure got, cilûbergên yekrengî ji bo Girtîgeha Amedê hatine şandin û ew ji bo girtî li xwe bikin, li bende rêziknameyê ne.
Gure di daxuyaniya xwe de got, "Di çarçoveya KHKyan de cilûberên yekrengî ji bo Girtîgeha Amedê hatine şandin. Ji bo lixwekirina wan cilûbergan rêzikname tê payîn."
Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tirmeha 2016an li Tirkiyeyê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi Biryarnameya di Hikmê Yasayê de (KHK) ya bi hejmata 696an ji bo girtî û hikumxwarên Yasaya Têkoşînê ya li dijî Terorê neçariya lixwekirinê ya cilûbergên yekrengî hatibû.
Di derbarê mijarê Serdozgerê Komarê yê Amedê Kamil Erkut Gure daxuyand ku wan ji bo Girtîgeha Amedê ew cilûbergên yekrengî hatine şandin û got, tenê niha rêzikname tê payîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin