Fûad Elîko: Ji bo yekîtiya Kurdan divê PYDê li gel ENKS diyalogê li ser derbasbûna Pêşmergên roj bike.
Nûnerê Kurdan di nav Îtîlafa opozisyona Sûriyê ji PYDê dixwazin ku li xwe vegere û li Qamişlo li gel ENKS derbarê yekîtiya rêza Kurdî û derbasbûna hêzên Pêşmergên Roj diyalogê bike.
Serkirdeyê ENKS di Îtîlafa opozisyona Sûriyê de, Fûad Elîko diyar kir ku berî niha jî me ji PYDê re gotibû nabe hêzên Kurdî herin deverên Erebî, da ku nakokî di nav gelê Kurd û Ereb de çênebin.
Fûad Elîko diyar kir, ku heger PYDê dixwaze li ser astê navdewletî û li ser astê opozisyona Sûrî û di civînên navdewletî de bê qebûlkirin, divê pêwendiyên xwe bi PKKê re qut bike û bihaneyan nede Tirkiyê ku bi riya wan bihaneyan êrîşî Efrînê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin