Nêçîrvan Barzanî û nûnerê Trump hevdîtinek pêk anîn

behsa şerê dijî DIŞIê û çend mijarên din kirin
کوردستان TV
100%

 Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump yê şerê dijî DIŞIê Bertt McGurk serdana Herêma Kurdistanê kir û ligel Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê şerê dijî DIŞIê Bertt McGurk û Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Endriyo Pîk û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û heyeta li gel wan kir.

Herwiha di civînê de Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî amade bû, heyeta mêvan kêfxweşiya xwe ji ber kêmbûna aloziyan û dîdar û civînên erênî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan dan û hêviya xwe anîn ziman ku civîn berdewam bibin.

Heyeta amerîkî piştgiriya xwe ji bo pêngav û gotûbêjên cidî yên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û tekezî li ser pêwendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û berdewambûna alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê kirine.

Barzanî jî tevî spasiya rola hevpeymanan ku salên derbasbûyî bi serokatiya Amerîkayê di şerê li dijî DIŞIê de roleke mezin lîstibû diyar kiriye ku bi pêwîstî dibîne ku hevpeymanan ji bo çareserkirina pirsgirêkan, handana Hewlêr û Bexdayê bidomînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.