Tillerson: Amerîka vê demeke din li Sûriyê bimîne

Tillerson spasiya HSDê dike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson li Zanîngeha Stanford ya Califorina ser siyaseta Amerîka ya li Sûriyê axaftinek kir.

Tillerson di axaftina xwe de bo ‘’fedekariyên mezin’’ yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên dijî DIŞIê pesna wê da.

Tillerson got: Serkeftinên wan yên li qada şer têra çareserkirina kêşeyên rêvebirîyên herêmî yên li rojhilat û bakurê Sûrîyê nake. Divê civaka navneteweyî piştgirîyê bide temsîliyeta hemî pêkhateyan û alîkariya guherîna peyvajoya siyasî ya Sûriyê bike.

Tillerson diyar kir divê peyvajoya nû ya siyasî bo cîranên Sûriyê nebe gef û dengê hemî Sûriyan li Cenevrê bo siberoja wî welatî were bihîstin.

Tilleson da zanîn ku jibo ku DIŞI careke din li Sûriyê mezin nebe ewê bo demeke din bi awayekî leşkeri li wî welatî bimînin.

Wezîrê Derve yê Amerîka, bi bîr xist ku dema serokê berê Barack Obama leşkerên Amerîkî ji Îraqê vekişandine şaşiyek kiriye û diyar kir ku ewê wek wek wî heman çewtiyê nekin.

Tillerson da zanîn ku ewê vekişîna wan ya ji Sûrîyê kêrî Beşar Esad û Îranê were.

Tillerson diyar kir ku bi operasyonên ku Amerîka piştgiriya wan dike  linigekî DIŞI’ê ketiye gorê’’ û di demeke nêz de ewê her du linigên wê bikevin gorê.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku Amerîka bi awayekî xurt piştgirîya peyvajoya Cenevrê ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) birêve dibe, dike.

Tillerson diyar kir ku ew bi awayekî dîplomatîk hewil didin ku Esad dest ji desthilatê berde, lê got ku divê herkes sebir bike.

Tillerson got ku ger Esad ji desthilatê here Amerîka dê bi Sûrîyê re peywendiyên xwe yên aborî xurt bike.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.