Serok Barzanî: Kurdistantvê her ji destpêkê heta niha pêşeng bûye

Serok Barzanî spasiya stafa dezgeha setelîta Kurdistanê dike
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta 19 saliya damezrandina Kurdistantvê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serok Barzanî bi minasebeta 19 saliya damezrandina Kurdistantvê(dezgeha setelîta Kurdistan) peyameke pîrozbayî pêşkêşî karmend û stafa dezgeha setelîta Kurdistanê kir ku ew jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Birêzan birêveberê giştî, desteya birêvebirin û tevahiya karmendên dezgeha setelîta Kurdistanê

Bi minasebeta 19mîn salvegera damezrandina Kurdistantvê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî weyên birêz û hêja dikim û hêviya berdewamî û pêkeftinên zêdetir ji we re dixwazim.

Kenala asmaniya Kurdistantvê hevdem li gel vê ku yekemîn kenala televizyonî ya asmaniya Kurdistan û Îraqê ye, di heman demê de jî di warê pêbend bûn bi erkên netewî û nîştiman û gehandina peyama aştî û bihevre jiyanê û dengê reva yê bizava rizgarîxwaz ya gelê me, her ji destpêkê heta niha pêşeng bûye û ew yek jî şanaziyeke mezine bo çapemeniya Kurdistanê.

Niha jî ku Kurdistantvê û zagros tê di bin sêya dezgeha setelîta Kurdistanê de bûne  yek, çaverêya vê yekê ji we tê kirin ku li gor guhertinên bilz yên ware mîdyayî de bikaribin peyamên xwe bigehînên û rola xwe ya pêşmergatî bo gehandina dengê reva yê gelê me bicîh bînin û berevanî ji rewatiya xwestek û îradeya gelê me bikin û wek berê di weşanên xwe de huşiyarî û xweşewîstiya welat û rihê biratî û lêbûrînê berdewam bin û her di pêşengî de bimînin.

Destxweşiya we dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftinên zêdetir bo we dixwazim

Serok Barzanî

16.1.2018

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.