Hate ragihandin ku lîsteya beşdarên ku dê beşdarî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bibin hate pesendkirin.
Ji Opozîsyona Sûriyeyê 2 rayedaran diyarkirin ku lîsteya beşdaran ku tevlî Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bibin, hatiye pesendkirin û îro dê ji bo beşdaran dest bi şandina vexwendnameyan bê kirin.
Tê çaverêkirin ku Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê dê di 29 û 30ê Rêbendanê li bajarê Soçiyê were lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov demek berê diyar kiribû ku dê lîsteya beşdaran de zêdetirî 1700 nav hebin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin