Mesrûr Barzanî li gel balyoz û konsulusê Brîtanyayê civiya.
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Jonathan Wilks û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê û şandeke pê re civiya.
Di civînê de rewşa dawî ya deverê hate nîqaşkirin û her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên pir alî yên di navbera Kurdistan û Brîtanyayê de kirin.
Di berdewamiya civîna han de balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Jonathan Wilks piştgîriya xwe bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û tekez li ser pêdiviya bilez destpê kirina diyaloga navbera her du aliyan de kir.
Jonhatan Wikls herwiha hêvî xwest ku hilbijartinên Kurdistan û Îraqê yên ku vê îsal werin lidarxistin bi serkeftî werin kirin.
Di beşeke din ya civîna han de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Kerkûk û Xurmatûyê de diyar kir ku ew rewşa han yaku hatiye sepandin, destpê kirina prosesa bi erebkirinê ye li wan deveran û bi ti awayî nayê qebûlkirin, lazime bi hevkariya tevahiya aliyan bilez ew kiriyarên han werin rawestandin û rewşa ew dewerên han li gorî destûra Îraqê were normalkirin.
Mesrûr barzanî diyar kir ku şaştiyên Bexdayê sedema çêbûna bêbaweriyêne di navbera pêkhateyên Îraqê de û heta ew eqiliyeta desthilatdar ya li Bexdayê bi vê rengî berdewam be, vê derfet bo çê bûna kêşeyên siyasî jî berdewam dibe û boşatiyeke goncaw bo geşe kirina hizra radîkal tê çêkirin, jiber vê çendê bo dûbare nebûna kêşeyên heyî lazime bawerî û dilniyayî bo tevahiya pêkhateyan were vegerandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin