Hevpeymaniya cîhanî û wezareta pêşmerge civiyan

bernameya xwe bo 2018an amade kirin
کوردستان TV
100%

Plannameya xwe bo sala 2018an amade kirin.

Şandeka hevpeymaniya navdewletî ya dijî DIŞIê bi şandeka Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re hevdîtin kir.

Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, îro şandeka hevpeymaniya navdewletî ya dijî DIŞIê bi şandeka Wezareta Pêşmerge re, ku ji wekîlê wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn, sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer û komek efserên Pêşmerge pêk hatibû, hevdîtin kir.

Cebar Yawer daye zanîn ku di wê civînê de behsa pêşhat û rewşa dawî li eniyên şer hatiye kirin û raporta xebatên hevbeş yên Pêşmerge û hêzên hevpeyman hatiye xwandin û gotûbêjkirin.

Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge ragihandiye ku di civînê de behsa perwerdekirina Pêşmerge jî hat kirin û pilana nû ya perwerdekirinê jî hat axaftin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.