Selahattîn Demîrtaşî got, ew wê kampanyaya îmzeyan rast nabîne ku beriya kongreya HDPyê ya 11yê Sibatê ji bo Demîrtaş careke din bibe hevserok hatibû destpêkirin: “Ez li bendê me ku hûn pêşniyara hevserokên bihêz û alternatîf bikin.”
Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî aşkere kiribû ku ew di 3yemîn Kongreya Awarte ya partiya xwe de nabe namzet ku kongre wê 11yê Sibatê çêbibe. Demîrtaş 14 mehin ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin.
Lê piştî vê daxuyaniya Demîrtaşî endamên partiyê û kesên dengên xwe dane HDPyê ji bo ku Demîrtaş careke din bibe namzet û bibe hevserok kampanyeya îmzeyê dabûn destpêkirin.
Selahattîn Demîrtaşî bi rêya parêzerên xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Demîrtaşî got ku ew kampanyayên bi vî rengî ‘rast’ nabîne û diyar kir ku wê ev nîqaş zerarê bidin amadekariyên kongreyê. Demîrtaşî got ku ew li bende pêşniyarên alternatîf e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin