Di encama teqînan de zêdetir ji 100 kesan bûne qurbanî

teqîn bi rêya du xwekujan pêk hatine
کوردستان TV
100%

Li Bexdayê 30 kes hatin kuştin û zêdetir ji 90 kesan jî birîndar bûn.

Di encama du teqînên xwekujî yên ku îro duşem li taxa Teyran ya li Bexdayê de pêk hatin, herî kêm 30 kes canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 90 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor jêderên ewlekarî ew her du teqîn, teqînên xwekujî bûne û di destpêkê de xwekuja yekem xwe teqandine û piştî çend deqîqeyan jî xwekuja din xwe teqandiye.

Ji aliyeke din ve jî jêderên tendirustî behsa vê yekê dikin ku jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran fikar hene ku hijmara miriyan zêdetir bibe.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.