Li Minbicê li dijî gef û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek pêk hat.
Hat ragihandin ku li bajarê Minbicê ku 2015an ji DIŞIê hatibû paqijkirin, xelkê kargehên xwe venekerine û li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daketiye kolanan û êriş û gefên Tirkiyeyê protesto kirine.
Tirkiye ev çend roj in Efrîn û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û gefan dixwe ku wê êrişî Efrînê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin