Birîtanya di derbarê seyaheta Tirkiyê de hişyarî da welatiyên xwe

Brîtanya jî dibêje Tirkiye ne bi ewleye
کوردستان TV
100%

Hikumeta Birîtanyayê di derbarê 10 bajarên Tirkiyê yên nêzê sînorê Sûriyê de hişyarî da welatiyên xwe.

Wezareta Karên Derve yên Birîtanyayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyê. Wezareta Birîtanya di daxuyaniya ku di sîteya xwe ya fermî de weşandiye de, ji welatiyên xwe dixwaze ku li deh bajarên Tirkiyê bi tevdîr tevbigerên. Di daxuyaniyê de navên van bajaran hatiye rêzkirin: "Şirnex, Mêrdîn, Riha, Entab, Amed, Sêrt, Dêrsim, Colemêrg, Kilis û Hatay." Wezareta Birîtanya, bi taybetî xwestiye ku welatiyên wan ji bajarê Amedê dûr bisekinin.

Gor agahiyên ku şerîketên turîzmê didin her sal li deverê milyonek û nîv welatiyên Birîtanyayê tên Tirkiyê.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.