Termê gencê Rojhilatî radestî malbeta vî hate kirin

ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye kuştin
کوردستان TV
100%

Ew gencê han di dema xwepêşandanên Îranê de hatibû girtin.

Li gor jêderên nûçeyan, îro hêzên ewlekarî yên ser bi rejîma Îranê termê gencê Kurd yê xelkê bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê radestî malbeta vî kirine.

Ev gencê Kurd yê ku navê vî Saro Qehremaniye, du hefte bû ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îranê ve hatibû binçavkirin û wenda bibû.

Saro Qehremanî di dema xwepêşandanên Îranê de hatibû binçavkirin û piştî du hefte ji wendabûnê, îro hêzên ewlekarî yên Îranê termê vî radestî malbeta vî kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.