Li bakûrê Portekîzê di avahiyekî de şewat derket û di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Serokê şaredariya Tondela ku dikeve bakûrê paytexta Portekîz Lîzbon ê Jose Gomes Jesus di daxuyaniya xwe a bi rojnamevanan re da diyar kirin ji ber teqîna sobeyeke daran di avahiyeke du qat ya girêdayî Komeleyekî de, şewat derket û di encam de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji saziya parastina sivîlan Paulo Santos di radyoya herêmî ya binavê TSF de diyar kir di şewatê de herîkêm 50 kes jî birîndar bûne.
Kesên ku şahidiya vê bûyerê kirin diyar dikin ku di dema bûyerê de qasî 60 kesan di wê avahiyê de beşdarî turnuvaya lîstokeke kartên amator bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin