Cara pêşiyê ye ku hevserokê HDPyê Demîrtaş dê biçe dadgehê

sibê diçe dadgehê
کوردستان TV
100%

Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) 14 meh in ku girtî ye lê cara pêşiyê ye ku ji bo dadkirinê ew ê biçe dadgehê.

Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) 14 meh in ku girtî ye lê cara pêşiyê ye ku ji bo dadkirinê ew ê biçe dadgehê.

Demîrtaş dê ne ji ber wê doza ku ew hatiye girtin biçe dadgehê. Ew ji ber gelek dozan hatiye dadkirin lê cara pêşiyê ye ku dê biçe dadgehê û li pêşberî dadgeran bisekine.

Selahattîn Demîrtaş dê sibeyê(12.01.2018) li Dadgeha Bakirkoyê ya stenbolê siet 14.00ê bê dadkirin.

Selahattîn Demîrtaş di 24ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de dema ji Rûsyayê vegeriyayî gotibû:

“Ya rastî civaka Tirkiyeyê naxwaze ne bi Rûsyayê re ne jî bi dewleteka dî re şerî bike. Ev encama wê yekê ye ku bi biryarên xelet ên AKPyê çêbûye. Dema dibêjin xîyanet li dewletê hatiye kirin, xiyanet li milletî hatiye kirin, dixwazin xeletiyên xwe bi vê yekê binixîne...”

Ji ber van gotinên Demîrtaşî bi sûcê “heqareta li serokkomarî” doz hatibû vekirin.

Selahattîn Demîrtaş li Girtîgeha Edirneyê ya Bi Cûreyê Fyê girtî ye, herweha 9 parlamenterên HDPyê jî di girtîgehan de ne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.