Rêxistina Lêborîna Navdewletî ji bo Xurmatû daxuyaniyek da

Lynn Maalouf: pêşwaziyê li komîteya lêkolînê dikin,
کوردستان TV
100%

Rêvebira lêkolînên Rojhilata Navîn di Rêxistina Lêborîna Nêvdewletî de ‘’Amnisty International’’ Lynn Maalouf ragihand, ku ew pêşwaziyê li komîteya lêkolînê dikin, ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye pêkanîn, ku lêkolînê li ser bûyerên Xurmatû bike.

Lynn Maalouf tekez kir, ku pêkanîna komîteyê karekî giring e ji bo vegerandina mafên wan welatiyên ku mafên wan hatine binpêkirin û pêwîst e ew komîte bibe weke mertalekê ji wan welatiyan re, daku dubarê zordarî li wan nebe û mafên wan neyên binpêkirin.

Lynn Maalouf got: "roja 16ê Cotmeha 2017an, bi sedema êrîşa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser navçeyê û rûbrûbûna wan li gel hêzên Pêşmerge, bi deh hezaran welatiyên sivîl neçar bûn ji malên xwe derkevin û mişext bibin".

Herweha diyar kir ku, "Bi sedan xaniyên welatiyên Kurd û markêt û dukan li taxên Kurdan hatin wêrankirin û şewitandin û di nava çend deqeyan de ew welatî bê mal û milk man".

Di dawiya gotinên xwe de Maalouf got "Ev bûn çend meh malbatên ji Xurmatû mişext bûne, di tirê û dijwariyê de dijîn û nizanin ewê bikaribin careke din li malên xwe vegerin. Lewra pêwîst e Hikûmeta Iraqê bilez pêngavên yasayî bavêje û rê li ber vegera wan xweş bike" .

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.