Artêşa Sûriyê baregeha hewayî ya bi navê Ebû Duxûr ya li rojhilatê Idlîbê û xwedî girîngiyeke mezin ya stratejik ji cîhadîstan rizgar kir.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ku ji artêşa Sûriyeyê hatine bidestxistin, Artêşa Sûriyeyê Balafirgeha Ebû Duhûr a stratejîk û girîng a di navbera Hama û Idlibê de dimîne ji rêxistinên cihadîst ku El Nûsra jî di nava wan de ye, bi tevahî paqij kir. Piştî şerên giran ên piştî dane nîvro balafirxaneya leşkerî ji cîhadistan hate paqijkirin. Herwiha bajarokê Ebu Duhûr ê li dora balafirxaneyê jî ji deste cîhadistan hate stendin. Balafirxane û derodra wê ji mayînan tê paqijkirin, hêzên artêşê deverên ku paqijkirin bicih dibe.
Bajarok û balafirxaneya Ebu Duhûr ê di navbera başurê Helebê û rojhilatê hamayê de navgîneke. Piştî bidestxistina balafirxaneyê kontrolkirina Idlibê bihesantir bû.
Hêjayî gotinê ye ku Balafirxaneya Ebu Duhûr a li rojhilatê Idlibê ji cotmeha 2015an ve di deste cîhadîstan de bû.
Sputnik
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin